Telegram Web Link
برگزاری چهارمین کنگره جامعه ی زنان آزاد شرق کوردستان کژار در کوهستان های آزاد کوردستان


#جامعەی_زنان_آزاد_شرق_کوردستان

🆔 @KjarOfficialChannel
Kongreya 4’emîn a KJAR, hat li dar xistin

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), li çiyayên azad ên Rojhilatê Kurdistanê, çaremîn kongreya xwe li dar xist.
Rûheyv Botan/ANF
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di 7’ê Gulana îsal ango 2024’an de, li çiyayên azad ên Rojhilatê Kurdistanê Bi amadebûna delegeyan ji tevahiya beşên xebatê, Çaremîn kongreya xwe li dar xist.
‘Diyarî şehîdan kirin’
Kongreya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) ku di 7’ê Gulanê de dest pê kiribû, sê rojan berdewam kir û 9’ê Gulanê bi diruşma: ‘Serxistina şoreşa Jin, Jiyan, azadî, misogerkirina azadiya jin û civaka demokratîk e.” Bi dawî bû. Ev kongre û encamê xebata ku tê meşandin û wê were meşandin, diyarî kesayetên şehîd ên pêşeng Şehîd Aryen Arê, Şehîd Şîlan Bane û Şehîd Rûken, ku ji netewa Ereb bû û li Şaho şehîd bû, kirin. Di nava kongreyê de, şeş rojevên sereke bi berfirehî hatin nîqaş kirin. Di rojeva yekemîn de, rewşa Rêberê mirovahiyê, Rêber Apo hate nirxandin. Di rojeva duyemîn de, şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azad’ bi berfirehî hate nîqaş kirin. Her wiha di rojeva sêyemîn de rêxistinkirina komîteyan hate guftûgo kirin. Di heman demê de di rojeva çaremîn de, asta xweparastina Jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, asta ku pêwîste bighêjê hate nîqaş kirin. Di rojeva pêncemîn de biryar û pîlansaziya 2 salan hate derxistin. Herî dawiyê jî di rojeva şeşmîn de hilbijartina desteya rêvebir a ku ji 15 rêvebirên di KJAR’ê de pêk tê, hate kirin. Ev şeş rojev, di nava 3’ê rojan de bi berfirehî hatin nîqaş kirin û
nixandinên girîn li ser wan pêk hat

🆔@kjarOfficialChannel
2024/10/05 22:44:23
Back to Top
HTML Embed Code: